Ciwanan daxwaza azadiya Warîşe Moradî kirin
Ciwanên beşdarî 1’emîn Konferansa Ciwanên Cîhanê ya ku li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin bûn, daxwaza azadiya Warîşe Moradî ya li Rojhilatê Kurdistanê hatibû revandin kirin.
Ciwanên beşdarî 1’emîn Konferansa Ciwanên Cîhanê ya ku li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin bûn, daxwaza azadiya Warîşe Moradî ya li Rojhilatê Kurdistanê hatibû revandin kirin.
Warîşa Moradî li ser navê Komela Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û rêxistinkirina jinan dimeşand. Di Tebaxa 2023’an de li nêzî Sineyê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hat revandin.
Ligel ku li dezgehên qanûnî û ewlekarî yên Îranê şopandina wê hatiye kirin jî heta niha der barê wê de tu agahî nehatiye bidestxistin.
Ciwanên li çar aliyên cihanê beşdarî 1’emîn Konferansa Ciwanên Cîhanê ya bi dirûşma "Ciwan Dîrokê Dinivîsin” hat lidarxistin bûn, ji bo azadiya çalakvana KJAR!ê Warîşe Moradî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser zextên dewleta Îranê û girîngiya têkoşîna civakî.