Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Ciwan li Stûttgart û Dortmûndê daketin qadan

Li bajarên Stûttgart û Dortmûndê yên Elmanyayê, ciwanên Kurd ji bo agahiyê li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin, çalakiyên bêîteatiya sivîl kirin.

Li Stûttgartê ciwan li taxa Freûrsee li hev kom bûn û ji bo agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. Ciwanan piştî daxuyaniyeke kurt rê li trafîkê girtin.

Ciwanan di çalakiyê de dûyê bi reng bi kar anîn û alên PKK, KCK û wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Di çalakiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn û ciwanan diyar kirin ku heta agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd werbigirin wê li qadan bin.

DORTMÛND

Çalakiya bi heman armancê ji aliyê aktîvîstên TÊKO-JIN, TCŞ û TJK-E ve li bajarê Dortmûndê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Azadî ji Abdullah Ocalan re" ya bi zimanê Elmanî hate hildan û têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan raya giştî hate agahdarkirin.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên" Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Es Lebe Ocalan" hatin qîrîn.