Ciwan li 6 bajarên Ewropayê daketin qadan

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li 6 bajarên Ewropayê daketin qadan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li 6 bajarên Ewropayê daketin qadan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

BONN: Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di roja  70'î de ye, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de hate bibîrxistin ku grevên girçîbûnê di asta krîtîk de ne û ji gel hate xwestin ku bi ruhê seferberiyê bikeve nava hewldanan.

BOCHÛM: Li bajarekî din ê Elmanyayê li Bochûmê jî bi heman armancê çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin. Ciwanan diyar kirin, heta ku tecrîd bê şikandin divê ew çalakiyên xwe mezin bikin.

BÎELEFELD: Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, bi tevlîbûna ciwanên enternasyonalîst li ber HBF'ê çalakiyeke bê îteatiya sivîl hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" hatin qîrîn û piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayin.

DÛÎSBÛRG: Ciwan li ber strasyona trenê ya bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" tecrîd şermezar kirin.

BORDEAÛX: Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ciwan li klana Saînte Catherîne li hev civiyan û li ser çalakiyên greva birçîbûnê belavok belav kirin. Ciwanan gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Ji bo vê pêwîstî bi çi hebe, em ê wê bikin."

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanan rêya Bel du Maîdenê li trafîkê girtin û 35 deqeyan dirûşm qîriyan. Ciwan piştre meşiyan û di dawiyê de jî daxuyaniyek dan çapemeniyê.