Civîna salane ya QSD’ê bi dawî bû

Civîna salane ya meclîsên leşkerî ya QSD’ê vê sibehê dest pê kiribû. Piştî nîqaş û biryaran civîn bi dawî bû. Piştî civînê hate diyarkirin ku di rêziknameyê de hin guhertin hatine û kirin û berdevkê QSD’ê jî guheriye.

Civîna salane ya meclîsên leşkerî ya QSD’ê vê sibehê dest pê kiribû. Piştî nîqaş û biryaran civîn bi dawî  bû. Encamnameya civînê ji aliye berdevkê nû yê QSD’ê Aram Henna hate xwendin.

Civîna ku îro saet di 11.00’an de dest pê kiribû, saet di 18.00’an de bi dawî bû.

Di civînê de Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî û li ser navê MSD û Rêveberiya Xweser axaftin hate kirin.

Piştî nîvro jî civîn ji çapemeniyê re girtî hate domandin.

Di rûniştinan de rapor hatin xwendin, li ser guhertinên di rêziknameya navxweyî û guhertina berdevkiyê nîqaş û pêşniyaz hatin kirin.

Biryar hate stendin ji bo guhertina di rêziknameya navxweyî de wê di rojên pêş de komîsyonek were avakirin û xebat were kirin.

Di civînê de hate diyarkirin Aram Henna bûye berdevkê nû yê QSD’ê.

Berdevkê nû Aram Henna encamnameya civînê xwend.