Hêzên komploger û hegemon di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest bi Komploya Navneteweyî kirin û 15’ê Sibata 1999’an bi radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tirkiyeyê re hewl dan komployê bi encam bikin. 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de digirin û 3 sal in agahî jê nayê girtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe planên komplogeran vala derxist.
Cemalê Çeto yê ku şahidiya “Roja Reş” kiriye, tevlî bernameyeke Çira TV bû û behsa rojên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir.
Cemalê Çeto got, wî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1998’an beriya komployê li Şamê dîtiye û got: “Ev cara ewil bû min Seroka dît. Em hev re demek dirêj rûniştin. Serok li ser rewşa cihanê axivî. Min pirsek ji Serok pirsî. Min got, ‘Serokê min, Tirk carekê bi 50 hezar leşkerên xwe hatin Qendîlê û hemû derfetên wan hene. Wê ziyanê nedin me. Serok jî got, ‘ez pirsek ji te pirs bikim. Tu zanî çend kes li çiyê hatine kuştin? Min got ez nizanim. Ew qasî bi ser me de hatin, dinya me nas kir.”
‘ME SEROK JI NOGORDÊ BIR MOSKOWÊ’
Cemalê Çeto bi bîr xist ku wî cara duyemîn dîsa li Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û wiha domand: “Serok bi nûnerên gelek welatan re rûniştibû. Ez jî tevlî wan bûm. Di wir Serok bala her kesî kişand ser xwe. Dawiyê Serok hat Rûsyayê. Me Serok ji Nogordê hilda, em hatin Moskowê.”
Cemalê Çeto got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşa Rojhilata Navîn baş zanibû û wiha pê de çû: “Serok didît wê li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn çi bibe. Serok digot min ji wan re gotiye yan hûn ê xwe biguherînin an jî wê we biguherînin û hûn ê hilweşin. Tu çiqas hişk be ewqas xerab dibe. Çimkî dinya ber bi demokrasiyê ve diçe. Serok qala wekhevî û demokrasiyê dikir.
GELÊN HERÊMÊ FIKRÊN SEROK QEBÛL DIKIRIN
Ez li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava gelek deveran geriyame. Min gelek partî û gelên cuda nas kirin. Zimanê Erebî, Tirkî, Îranî min nizanibû lê çaxa ku em rastî hev dihatin ew jî êdî Serok qebûl dikirin. Wan jî fikrê Serok qebûl dikirin. Serok hewl dida li Rojhilata Navîn yekîtiya gelan pêk bianiya. Li gorî fikra min Emerîka, Îsraîl ji vê aciz dibûn û ji Serok ditirisiyan. Ji ber vê yekê xwestin Serok ji holê rakin.”
‘PARTIYA SEROK MIROVAHIYÊ DIPARÊZE’
Cemalê Çeto anî ziman ku Kurd tu carî nebûne bela serê cihanê û got, gelê Kurd gelekî mirovhez mêvanperwer e. Cemalê Çeto qala rola fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ya li ser gelan kir: “Kurdan tu caran ziyan nedane gelan. Binêrin di sala 1805’an de Kurdan serhildana ewil kiriye. Abdurrahman Paşa kiriye. Hatiye şikandin. Zêdetirî 200 salan 30 serhildanên Kurdan çêbûne. 5 milyon Kurd hatine kuştin. 6 hezar gund û bajarê Kurdan hatine xerakirin. Em niha rêzê li hemû serhildanan dikin. Kêmasî hebûn zêdehî hebûn, başî hebû lê zû hatiye şikandin. Lê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Serok Abdullah Ocalan çêkir kesî nedikarî bişkîne û nikarin bişkînin. PKK ne tenê Kurdan diparêze hemû gelan diparêze. Qeweteke demokratîk e, qeweteke yekîtiya gelan û morovahiyê diparêze. Bila kes nebêje Partiya Karkerê Kurdistanê ziyanê dide dinyayê.”