Cejna Vejînê li Stuttgartê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Stuttgartê 46’emîn salvegera Tevgera Azadiya Kurd bi şahiyeke girseyî silav kirin.
Kurdistaniyên li Stuttgartê 46’emîn salvegera Tevgera Azadiya Kurd bi şahiyeke girseyî silav kirin.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şahiyek hat lidarxistin.
Siyasetmedar Kemal Aktaş di şahiya ku bi sedan Kurdistanî beşdar bûn de axivî. Kemal Aktaş roja pîroz di şexsê şehîd Hakî Karer de li hemû şehîdên Kurdistanê, Rêber Apo, şervanên azadiyê û gelê Kurd pîroz kir.Aktaş got, "Rêber Apo wê rojê got, "Hakî Karer ruhê min ê veşartî bû û em ê ji bo bîranîna şehadeta wî partiyê ava bikin. PKK îro ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêviya azadiyê.”
'DIVÊ GELÊ ME HESAS BE’
Kemal Aktaş diyar kir ku Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û wiha domand: "Ez dixwazim her kes careke din li ser vê mijarê bifikire." Aktaş bang li dewleta Tirk kir û got: “Ez ji vî dijminê faşîst, qirker re dibêjim ku Rêber Apo vîna me ye û navnîşan û navê çareseriyê ye; li cihekî din negere.”
Têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Aktaş ev tişt anî ziman: “Îro ev dijminê qirker, faşîst çeteyên barbar ên cîhadîst êrîşî gelê me yê Rojava dike. Îro roja berxwedana bi rûmet e. Parastina Rojava tê wateya parastina hemû Kurdistanê. Divê gelê me di vê mijarê de gelekî hesas be.”
Hunermend Kawa Ûrmiye, Meral Alkan, Huseyîn Mendeş û Koma Jiyan derketin ser dikê û girseyê coşandin. Her wiha koma folklorê jî derket ser dikê.