Cejna Vejînê li Lînzê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên ku li bajarê Lînz ê Awûstûralyayê li hev civiyan, salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîroz kirin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Lînz ê Awûstûralyayê li hev civiyan, salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîroz kirin.
Salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê li bajarê Lînz ê Awûstûralyayê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di pîrozbahiyê de hunermend Berfîn Aktay, Rizgar Alkan, Cevdet Halîm, Koma Dem û Agît û Îbrahîm derketin ser dikê.
Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmeyên 'Biji PKK', 'Biji Serok Apo', 'Be Serok Jîyan Nabe' û 'Şehîd Namirin' hatin berzkirin. Hevserokê Ciwaka Azad a Awûstûralyayê Ahmet Zîrek li ser dîroka têkoşîna PKK’ê axivî. Zîrek, anî ziman ku PKK di dîroka gelê Kurd de mîladeke û wiha got, “Di dîrokê de jî Kurd û serhildanên wan hebûn. Lê her tim bû herêmî, bi rêberên olî û feodal bû. Lê rêbertiya PKK’ê û Rêber Apo ji aliyê gelê çar parçeyên Kurdistanê ve hat qebûlkirin û pêşket.”
Zîrek, bang li her kesî kir ku tevlî pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bibin.
Zîrek wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hin dewletên Ewropayê hewl didin PKK qedexe bikin. Lê em PKK ne, PKK gel e û gel jî li vir e. Her ku gelê me bi vê coşê xwedî li partiya xwe derbikeve, wê PKK û Rêber Apo jî hebin.”
Piştî axaftinan pîrozbahî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.