Cejna Vejînê li Giessenê hat pîrozkirin
Li Giessenê bi boneya 40'emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê şahiyek hat lidarxistin.
Li Giessenê bi boneya 40'emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê şahiyek hat lidarxistin.
Li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Giessenê, Cejna Vejînê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de der barê 15’ê Tebaxê de axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Dijmin digot, wan li Çiyayê Agirî, Kurdistan bi betonê veşartiye. Artêşa wan hebe, Egîdên me jî hene. Guleya ewil ne tenê Kurd hemû mirovahî hişiyar kir. Jin hişiyar bûn, serhildanên bi heybet hatin kirin û şoreşek geş dibe. Ev hemû jî bi felsefeya Rêber Apo û keda hevrêyên me yên li zindanan li ber xwe didine, pêk hat. Dijminê me naşibe ti dijminan; bi hemû bêexlaqiya xwe şer dimeşîne. Lê belê weke 15’ê Tebaxê jî nikarin li hemberî berxwedana ciwanên me biserbikevin.”
Di şahiyê de govend hate gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana 15’ê Tebaxê” hatin berzkirin.