CDK-S û YJK-S: Em li Kolnê daxwaza azadiya Rêberê xwe bikin
Rêxistinên sîwanî yên li Swîsreyê CDK-S û YJK-S ji bo çalakiya li Kolnê ya 17'ê Sibatê banga tevlîbûneke xurt kirin û gotin, wê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.
Rêxistinên sîwanî yên li Swîsreyê CDK-S û YJK-S ji bo çalakiya li Kolnê ya 17'ê Sibatê banga tevlîbûneke xurt kirin û gotin, wê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.
Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin ku wê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku amadekariyên ji bo meş û mîtînga navendî bi dawî bûne û hate gotin, "Di 17'ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bi sed hezaran kesî em ê dengê xwe bikin yek û daxwaza 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re' bînin ziman."
Di daxuyaniyê de bangeke bi vî rengî hate gotin: "Werin em bi hev re dîwarên zindana Îmraliyê parçe bikin. Werin em bi hev re nîşan bidin ku em hînî ewqasî zilm, heqaret û neheqiyê nebûne."
Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku bi ruhê berxwedêr ê Newrozê di 17'ê Sibatê de beşdarî meşa li Kolnê bibin û hate gotin, "Li Swîsreyê amadekarî temam bûn. Li her devera ku komunên me hene wê wesayit bi rê bikevin. Yên ku wesayitên wan hene em bang li wan dikin ku bi wesayit û malbata xwe tevlî bibin. Em ji bîr nekin, tenê yên li ber xwe didin dikarin bi ser bikevin."
DEM Û CIHÊ BIRÊKETINA WESAYITAN
Li gorî daxuyaniyê bernameya cih û birêketina wesayitan bi vî rengî ye:
St Gallen
Poststr. 10, 9200 Gossau
Saet: 23.00
Wintherthur
Archof Einkaufszentrum
Saet: 23.00
Solothurn
West Bahnhof
Saet: 23.00
Basel
Elsässtrs. 215, 4056 Basel
Saet: 23.00
Pfäffikon (SZ)
Churestrasse 120
Saet: 22.30
Zug
Hinterbergstr. 19, 6330 Cham
Saet: 22.30
Luzern
Mythenstr. 7
Saet: 23.15
Bern
Fischermättelistr. 6
Saet: 22.00
Biel
General-Dufour Str. 60
Saet: 22.00
Lenzburg
Sägestrasse 44
Saet: 23.30
Waldshut-Tingen
Badstr. 46
Saet: 23.00
Zürih
Steinwiesenstr. 1, Schlieren
Saet: 23.00
Cenevre
Place Dorcière 1, 1201 Genève
Saet: 21.30
Lozan
Place du Tunnel 24
Saet: 22.30