CDK-S û YJK-S bang li civaka navneteweyî kirin

CDK-S û YJK-S bi daxuyaniyekê bal kişandin ser daxwazên xwe yên ji bo projeya Sûriyeyeke demokratîk û bang li hikumeta Swîsreyê kirin ku bi roleke çalak rabe.

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) ku rêxistinên sîwanî yên civaka Kurd a li Swîsreyê ne, têkildarî bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşandin û ji bo projeya Sûriyeyeke demokratîk bang li hikumeta Swîsreyê û civaka navneteweyî kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Sûriye di demeke dîrokî de ye û got, "Hilweşîna rejîma dîktatoriya Baasê, ji bo jinûve diyarkirina paşeroja vî welatî firsendeke bêhempa pêşkêş dike. Ji her demê bêhtir pêwîstî bi avakirina Sûriyeyeke nû heye; Sûriyeyeke ku cihêrengiya çandî, olî û neteweyî hembêz dike û ji bo gelan wekheviyê teşwîq dike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) ji sala 2012'an û vir ve hîmên vîzyona Sûriyeyeke demokratîk daniye û hate gotin, "Li vê herêmê jinan, komên cuda yên etnîkî û civakên olî ji bo li dijî komên cîhadîst ên weke DAÎŞ'ê şer bikin û modeleke xwerêveberiyê ya ji mafên şêniyan hemûyan ava bikin bûn yek. Di vê demê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê timî soz da ku wê weke parçeyekî Sûriyeyê bimîne. Ev modela demokratîk ku bi hewldanên kolektîf ên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Tirkmen, Çerkes, Sûnî, Şîa, Elewî, Xiristiyan, Durzî, Êzidî û Sûriyeyiyên din ava bû, timî dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk. Êrîşên hewayî û seferberkirina çeteyên cîhadîst jî di nav de êrîşkariya Tirk li ser pêşketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, paşeroja Sûriyeyê û ewlekariya tevahiya Rojhilata Navîn gefeke cidî ye."

'XWESERIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ NAS BIKIN'

Di daxuyaniyê de ji bo Sûriyeyeke demokratîk ev daxwaz hatin bilêvkirin:

Dawî li êrîşkariya Tirk bînin. Jİ bo rawestandina êrîşên leşkerî, êrîşên hewayî û êrîşên milîsên Tirkiyeyê bi lez tedbîran werbigirin. Li ber hewldanên Tirkiyeyê yên dagirkeriya leşkerî ya li Sûriyeyê rabin.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) nas bikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî fermî nas bikin û bikin ku li ser paşeroja Sûriyeyê tevlî hemû biryarên siyasî û rêveberiyê bibe. Kurdan tevlî nîqaşên li ser paşeroja Sûriyeyê bikin. Zor û zehmetiyên li pêşiya Sûriyeyê bêyî Kurdan çareser nabin.

Alîkariya mirovî bidin: Ji bo bersivdayina li pêwîstiyên mirovên ji cih û warê xwe bûne bi hevkariya bi saziyên rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re alîkariya mirovî ya lezgîn bikin.

Tevlîbûna çalak a Swîsreyê. Em bang li hikumeta Swîsreyê dikin ku bi vî rengî bi roleke çalak rabe:

Binpêkirina mafên mirovan a ku ji aliyê dewleta Tirk û milîsên wan ve têne kirin bi raya giştî re parve bike û şermezar bike.

Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser paşeroja Sûriyeyê tevlî danûstandinên navneteweyî bê kirin piştgiriyê bide hewldanên dîplomatîk.

Ji bo mafên mirovan û teşwîqa jiyaneke bi hev re ya aştiyane hevkariya saziyî ya di navbera Swîsre û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teşwîq bike.

Ji bo piştgiriya bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina vê rêveberiya modela Sûriyeyeke demokratîk divê civaka navneteweyî bi lez bikeve nava liv û tevgerê."