Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) derbarê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogana û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
CDK-F’yê diyar kir ku 8 sal ji ser qetlîama Parîsê derbas bûye lê bêdengiyeke mezin heye. CDK-F’yê diyar kir ku saziyên Fransayê ji dêvila ku qetlîamê ronî bikin, bi Tirkiyeyê re bazariyan dike.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di nava 8 salan de gelek delîl derketin holê rayedarên Fransayê ku delîl û belgeyên di destê xwe de teslîmî dadgehan nakin. Yekîneyên îstîxbaratê yên Fransayê van delîl û belgeyan teslîmî dadgehan nakin. Ligel ku têkiliya di navbera Fransa û Tirkiyeyê di asteke gelekî jêr de bû jî ev tişt nehate kirin. Ev tişt li ba me rê li ber fikaran vedike.
PIRSÊN DIVÊ WERIN BERSIVANDIN
Beriya 9’ê Çileya 2013’an îstîxbarata derveyî ya Fransayê (DGSE) ligel ku haya wan ji Omer Guney hebû, çima pêşiya vî qetlîamê negirt? Îsmaîl Hakki Mûsa yê ku yek ji berpirsê girîng ê MÎT’ê ye piştî ku li Parîsê bû sefîr gelo çima neket fikara girtinê?
Di rojnameya Le Joûrnal Dîmancheyê de rola Îsmaîl Hakki Mûsa di sûîkasta li Belçîkayê de derketibû holê gelo kê jê re gotibû ku dev ji peywira xwe ya li Parîsê berde û zûzûka biçe Tirkiyeyê?
Têkiliya di navbera Zekerîya Çelîkbîlek, Îsmaîl Hakki Mûsa û MÎT’ê çi ye?
Rola Zekeriya Çelîkbîlek di qetlîama Parîsê de çi ye? Di ‘nota arzê’de ya ku MÎT’ê di sala 2014’an de derbarê Sakîne Cansiz amade kiribû, qala ‘lejyoner’ dihat kirin. Ev ‘lejyoner’ kî ye?
Zekerîya Çelîkbîlek ê ku komandoyê MÎT’ê ye û kesên li Fransayê mafê rûniştinê stendine, di sala 2017’an de xwestibûn li Belçîkayê li dijî rêveberên Kurd qetlîamekê bikin. Çima ne yekîneyên îstîxbaratê yên Fransayê lê yekîneyên îstîxbaratê yên Belçîkayê vê sûîkastê derdixe holê?
‘AGAHÎ Û BELGEYAN BIDIN SAZIYÊN DARIZANDINÊ’
Yekîneyên îstîxbarata navxweyî û derve ya Fransayê belge û delîlên derbarê qetlîama Parîsê çima nadin dadgehan û vê helwesta xwe dixwazin dozê biqedînin. Em dikevin fikaran ku di qetlîama Parîsê de rola yekîneyên îstîxbaratê jî heye.
Rayedarên Fransayê û îstîxbaratên Fransayê hewl didin delîlan kamûfle bikin. Ji bo rakirina vê deqa reş a di dîroka Fransayê de ye divê Fransa belge û delîlên di destê xwe de teslîmî dadgerê lêpirsînê bike.”