Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê hatin bibîranîn

Li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anî.

Sê jinên Kurd ên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Çalakıya bîranînê li pêşiya Buroya Enfermasyona Kurdistan a li Parîsê pêk hat. Bavê Cûmalî Şaylemez, Seroka Komeleya Kudistan a Fransa Sylvîe Jan, Rêveberên TJK-E, endamên meclîsa şerderiyên 20 herêmên Parîs û Koordînatora Partiya Çep Danîelle Sîmoonet, Seroka MRAP’ê Rene Mîgont, rêveberên Partiya Komunîst a Fransî û Senetero Lorence Cohen tevlî bîranînê bûn.

Li ser navê TJK-E, KCD-E, CDK-F, FEDA û Jinên Ciwan ên Azad çelekg hatin danînîna pêşiya boroyê.

Li ser navê TJK-E’yê Besîme Konca axivî û diyar kir ku bêdengiya hikûmeta Fransa ya ji bo nediyarkirina hêzên li pişt qetlîamê ya ji ber berjewendiyên aborî û siyasî nayê qebûlkirin.

Li ser navê Komeleya Kurdistan a Fransa jî Sylvîe Jan jî got: “Divê Fransa ji berî her tiştî ji bo nirxên xwe yên demokratîk divê demildest ji vê şaştiyê vegerin.”

Li ser navê MRAP jî Rene Mîganot jî got: “Ewropa û Fransa helwesta xwe ya li hember Qetlîama Fransa li hember komkujiyên li Rojava jî nîşan da. Ev nayê qebûlkirin.

Cûmalî Şaylemez jî got: “Ev 7 sal in ev gel li ser lingan e. Vê têkoşînê didomînin. Fransa wê heta kengê xwe li vê şermê bigire? Em gel heta dawiyê li pey doza xwe û lêgerîna azadiya xwe ne.”

Her wiha Senetor Lorence Cohen, Koordînatorê Partiya Çep Danîelle Sîmonet û li ser navê Herêma 10’an a Partiya Komunîst jî axaftin hatin kirin, daxwaz hate kirin ku divê Fransa desteka xwe ya ji bo Tirkiyeyê bi dawî bike. Her wiha daxwaz hate kirin ku divê hêzên li pişt komkujiyê bên ronîkirin.