Li bajarê Orebro û Vasteras ên Swîsreyê ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin û sê jinên Kurd ên li Silopyayê hatibûn qetilkirin merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.
OREBRO
Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin. Li ser navê komeleyê axaftin hate kirin û qala girîngiya jinan a di Tevgera Azadiya Kurd û Şoreşa Rojava de hate kirin.
Di merasîma bibîranînê hate gotin ku dewleta Fransa dixwaze serê komkujiya Parîsê bigire û nerazîbûn hate nîşandan. Her wiha banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd û dostên wan hate kirin.
VASTERAS
Merasîma bibîranînê ya ji bo 6 jinên Kurd li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre daxuyaniya şermezarkirina komkujiyan û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê ya NCDK’ê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku komkujiya Parîsê bi armanca sabotekirina pêvajoya aşitiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tirsandina jinên Kurd ên ku pêşengên şoreşê ne, hate kirin.
Di merasîmê de hate diyar kirin ku daxwazên Leyla Guven, daxwazên gelê Kurd û dostên wan e û Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin silavkirin.