CÎK: Me komkujiyên Parîsê ji bîr nekir, em ji bo edaletê li hev kom dibin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo meşa 11'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) têkildarî meşa edaletê ya ku di salvegera komkujiya Parîsê de bê lidarxistin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil rûmeta gelê Kurd in ku di lêgerîna edalet û azadiyê de ye. Ev komkujiyên ku bi destê îstîxbarata dewleta Tirk û piştgiriya hêzên navneteweyî hate kirin, ne tenê li hemberî gelê Kurd, di heman demê de êrîşek li dijî mirovahiya aştîxwaz û edaletê hate kirin. Bi van komkujiyên barbar xwestin, têkoşîna gelê Kurd bitepisînin û lêgerîna azadiyê tine bikin. Lê belê ev planên tarî li hemberî biryardariya gelê Kurd û têkoşînê her tim têk diçin û wê têk biçin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û dostên ku têkoşîna mafdar a gelê Kurd diparêzin hate kirin ku 11'ê Çileyê beşdarî meşa edaletê ya li Parîsê bibin.