CÎK: Li dora Rojava bibin yek
CÎK’ê diyar kir ku Rojava ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn hêvî ye û bang li hemû Kurdan kir ku li dora Rojava bibin yek û wê biparêzin.
CÎK’ê diyar kir ku Rojava ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn hêvî ye û bang li hemû Kurdan kir ku li dora Rojava bibin yek û wê biparêzin.
Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Sûriye, Rojava û gefên komkujiyê yên li ser Kurdan daxuyaniyek da.
CÎK’ê anî ziman ku li dijî zilmê berxwedan rûmet û mafê gelan e û got: “Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Heleb, Şehba û Rojava pêk tîne sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em bang li gelê xwe û hemû kesên ku azadiyê diparêzin dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de piştgiriyê bidin Rojava. Li hemberî van êrîşan, bi yekîtî û hevgirtinê tevdigerin. Li dora Rojava bibin yek û wê biparêzin.”