CÎK’ê banga tevlîbûna Festîvala Çanda Kurdî kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) diyar kir ku tevlîbûna Festîvala Çanda Kurdî ku mezintirîn hevdîtina Kurdên li Ewropayê ye, pêwîstiyeke xwedîlêderketina azadî û nirxên çandî ye.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê  banga tevlîbûna Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya 34’emîn kir ku festîval wê di 21’ê Îlonê de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê were lidarxistin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya bangewaziyê de got: ‘’Ev festîval wê li ser navê zindîkirina çanda Kurdî û yekîtiya li hemberî êrîşên li ser çanda Kurdî bibe hevdîtineke mezin.’’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê hemû Kurdistaniyên li Ewropayê giringiyê bidin hesasiyetên xwe yên çandî û tevlî festîvalê bibin û ev yek jî hatin gotin: ‘’Ji bo xwedîlêderketina nirxên xwe yên çandî û azadiya civaka xwe werin em di vê roja girîng de li he kom bibin. Her dengekî ku bi edaleta Xwedê, wekheviya gelan û pirozbahiya têkoşîna azadiyê tê li ba hev, li dijî zilm û neheqiyê diayek e. Festîvala me ji bo qîrkirina baweriya me ya ji nirxên gelê me yên hevpar û têkoşîna azadiyê re û xwedîlêderketina nirxên me derfeteke mezin e.  Werim em bi hêviya aşitî, edalet û azadiyê li qada festîvalê li hev kom bibin.’’