BI DÎMEN

Fîlmê 'Bir Kar Tanesinin Ömrü' li Baselê hate nîşandan

Fîlmê 'Bir Kar Tanesinin Ömrü' yê derhênerê Kurd Kazim Oz li bajarê Basel ê Swîsreyê hate nîşandan.

Fîlmê 'Bir Kar Tanesinin Ömrü' ku ji aliyê derhênerê Kurd Kazim Oz ve sala 2022'an hate kişandin û Sema Gultekîn (Miase), Cezmî Baskin (Nejat) û Munîr Can Cîndorûk (Azad) di roja sereke de ne, piştî Tirkiyeyê li Ewropayê jî tê nîşandan. Fîlm li kantona Basel Stadt a Swîsreyê hate nîşandan.

Fîlm li ser çîroka evînê ya du ciwanên ji nasnameyên cuda yên etnîkî qala rastiya civakî ya Tirkiyeyê dike.

Kazim Oz ku ji sala 1999'an û vir ve 7 fîlm û du dokûmanterên kurt çêkiriye, piştî nîşandana fîlmê xwe bersiv da pirsên ANF'ê.

Kazim Oz diyar kir ku desthilatdariya li Tirkiyeyê 10-15 sal in huner xistiye bin kontrola xwe. Kazim Oz ku bi nasnameya xwe ya muxalîf tê naskirin, anî ziman ku fîlmên wî timî têne sansurkirin.

Oz diyar kir ku kişandina fîlm hêsan nîne û got, "Niha li ser maseya min 4 kar hene. Difikirim bê kîjanî bikim. Ev yek wê li gorî şert û mercan pêk were. Lê fîlmçêker digerim. Ew ê biryarê bide, ew rewş wê diyar bibe."

Kazim Oz bi hêvî ye ku pêvajoya nû ya ji Îmraliyê destpê kir û çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ji xwe re dike armanc, bi serxistina pêvajoyê re ev yek bandorê li qada sînemayê jî bike.