‘Bi ruhê berxwedana Garê dakevin kolanan’

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û enternasyoalîst Delal Katalan a tevlî çalakiyê bûbûn, nerazîbûnên xwe nîşanî dagirkeriya Tirk da û ji bo çalakiya sibe banga tevlîbûnê kirin.

Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî dikin ên li Ewropayê dewam dike.

Heverokê KCDK-E’yê Yuksel Koç endama Komîteya Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan Delal Katalan li ser çalakiyên protestoyî axivîn.

Yuksel Koç bibîr xist ku di demeke dîrokî re derbas dibin û got: “Berî 22 salan xwestin bi êrîşa li ser Rêber Apo re têkoşîna azadiyê bifetisînin. Têkoşîna Rêber Apo kir, komlo vala derket. Wê sibe li gelek navendên Ewropayê çalakiyên protestokirina komployê bên lidarxistin. Ev meş û çalakî bi dirûşma ‘Em Komployê Ji Bîr Nakin, Nadîn Ji Bîrkirin’ pêk tên. Wê di van çalakiyan de hem komplo bê protestokirin hem jî êrîşên Garê bên şermezarkirin. Em ê her demê xwedî li berxwedana Garê derkevin. Ji bo vê bang li hemû gel û dostên xwe dikin bi ruhê Garê li ber xwe bidin.”

Koç ji bo meşa ku wê sibe li Freîbûrgê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Endama Komîteya Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan Delal Katalan jî banga tevlîbûna çalakiyan kir û got: “Ji Başûrê Emerîkayê bigire heta Asya, Ewropa wê li gelek navenda meş û xwepêşandan bên kirin. Armanca van çalakiyan şermezarkirina komployê û azadiya Rêber Apo ye. Divê dostên enternasyonalîst û gelê Kurd bi girseyî tevlî van çalakiyan bibin.

Ji bo bibin parçeyek ji vê divê em jî bi awayekî girseyî cihê xwe di çalakiyan de bigirin û li qadan bin. Ev wê bibe parçeyek ji têkoşîna gerîla ya li Garê. Ji bo wê divê her kes bi nasname û engê xwe tevlî çalakiya sibe bibe, helwesta xwe nîşan bide.”