Bi hezaran li Romayê xwedî li Berxwedana Rûmetê derketin

Bi deh hezaran kesên li paytexta Îtalya Romayê hatin ba hev, ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê xwedî li Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyê wê tê kirin, derketin.

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek hate kirin.

Meşa JI Qada Pîazza della Repûblîca destpê kir, li gel tevgera pêşverû ya serokwezîrê berê yê Partiya Komunîst a ji Nû ve Pêkhanin Massîmo Daleman, Partiya Demokrat, federasyonên sendîkavanan CGÎL jî di nav de 103 sazî, partî û rêxistinên civaka sivîl destek dan çalakiyê.

Meşa ku derdorî 25 hezar kes tevlî bû, li ser navê partî û saziyan axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku dewleta Tirk a dagirker divê ji xaka Sûriye-Rojava û Efrînê derbikevin. Dîsa divê hêzên navneteweyî ji bo astengkirina jenosîd û paqijiya etnîkî bi erka xwe rabe, qada esmanî bigire, ji bo koçberên ji ber şer koç kirine bi ewle vegerin ser warên xwe, ji bo qetlîamên sivîlan û bikaranîna çekên kîmyewî dadehek navneteweyî bê avakirin û li dadgehên bê avakirin Erdogan jî bê darezandin.

Hate diyarkirin ku divê ambergoya çekan û aborî li ser Tirkiyeyê bê sepandin, dîsa tûrîzim û malên ku şer fînase dikin ên Tirk bên baykotkirin.