Bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê li qadan bûn

Bi deh hezaran kesên li Parîsê hatin ba hev êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriyê li qada Repûblîqûe bi partiyên Fransî, Kurd, partiyên siyasî, gelên Ereb, Ermenî, TAmîl, Cezayî û Kabîlê hatin ba hev û dewleta Tirk şermezar kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku ew êrîşên hov ên dewlata Tirk a li ser Kurdan qebûl nakin.

Parlementer Erîc Coqûerel ê li ser navê Partiya Çep axivî diyar kir ku li dijî yên berxwedana dîrokî kirin êrîş tên kirin. Diyar kir ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Senetora Keskan Estere Benbessa jî got: “Divê Ewropa li hember şantaja Erdogan a koçberan stûyê xwe xwar neke. Dîsa senetorê Partiya Sosyalîst REmî Fereaû jî diyar kir ku ji bo Ewropa bikeve nava tevgerê tişta ji destan bê wê bikin.

Li ser navê Tevgera Stûyê xwe Natewîne ya Fransa Jean Luc Melenchon jî axivî û got: “Alên we heskirin û berxwedana we nîşan dide.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr got: “Wê berxwedana gel bi ser bikeve.”

LYON

Yek ji navendên ku bi hezaran kes lê kom bûn û dagirkeriya Tirk lê protestokirin bajarê Lyon bû. Kurdistanî û dostên wan ên hatin ba hev bi meşekê ya li Bellecoûr dagirkerî şermezar kir.