Bi çalakiyekê xwedî li Berxwedêrên Rûmetê derketin

Li bajarê Bîel û St. Gallen ên Swîsreyê bi çalakiyekê êrîşên qirker û dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qetilkirina sivîlan hate protestokirin.

Aktivîstên Defend Rojava di çarçoveya kampanyaya RîseUPRojava de li ser banga rêxistinên ciwanên alternatîf a li ser tevên civakî di saetên şevê de bi seadn kes li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajar kom bûn û meş û mîtîngek kirin.

Platforma Greva Avhewa a Bîel, Kolektîfa Greva Jinan a Swîsre, CDK Bîel, aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger destek dan çalakiyê. Çalakvan ji navenda bajar dest bi meşê kirin. Meş li Qada Centralplatzê veguherî mîtîngekê. Li vir li ser navê saziyên tevlî çalakiyê bûbûn, bi Fransî û Elmanî axaftin hatin kirin û ev hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û qirker dixwaze li Rojava qira Kurdan bîne.Em ê li dijî vê dagirkerî û qetlîamê li gel gelê Kurd Rojava biparêzin.”

Herî dawî banga tevlîbûna çalakiya ku wê 2’yê Mijdarê li bajarê Baselê bê kirin bibe û şûnde bi dawî bû.

ST GALLEN

Kurdistanî û dostên wan ên li devera Parka St Loenard a St. Gallenê hatin ba hev dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê bi dirûşm û meşekê protestokirin. Çalakvanan li Qada Markplatezê jî mîtîngek lidar xistin. Li vir axaftin hatin kirin, di serî de daxwaz ji Swîsre û hemû welatên Ewropayê kirin ku bes çekan bifiroşin Tirkiye. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.