Beştaş serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir ku 29 roj in bi rengekî bêdawî û bêdorveger didome.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina şert û mercên azad ên kar, tenduristî û ewlekariyê, ji 17'ê Kanûnê ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger tê lidarxistin.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş serdana çalakgerên grevê kir. Beştaş di dema serdanê de li ser rewşa tenduristiyê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven agahî da ku 68 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Beştaş diya rkir, rewşa tenduristiyê ya Guven li asta krîtîk e.

Nûnerê HDP'ê yê li Ewropayê Eyup Dorû jî li ser karên xwe yên dîplomatîk agahî da.