Çalakgerên li Starboûrgê yên ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, endama Komîteya Avakar a PKK'ê Leyla Caf (Viyan Soran), ku 2'yê Sibata 2006'an bedena xwe dayî ber êgir, bi bîr anîn.
Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Strasboûrgê ku çalakî lê didome bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Ji çalakgeran Nurgul Başaran axivî.
‘DI TEMENÊ CIWAN DE BEŞDARÎ TÊKOŞÎNÊ BÛ’
Başaran diyar kir ku Viyan Soran di temenê ciwan de beşdarî têkoşînê bû û di demek kurt de felsefeya Ocalan têgihişt. Başaran bibîrxist ku dawiya sala 20014’an li dijî PKK’ê planên tasfiye kirinê pêk hat û got; “Heval Viyan di vê pêvajoya tasfiye kirinê de sekna jinê nîşan da, li gel Rêbertî rawesta û bi têgihiştina Rêbertiyê têkoşiya.”
Başaran diyar kir ku armanca Viyan Soran dîtina Ocalan û çûyîna Bakurê Kurdistanê bu û wiha domand; “Lê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê wê demê ji bo Bakur nehate şandin. Wê jî têkoşîna xwe li Heftenînê domand. Viyan Soran di nameya xwe de diyar kiribû ku tecrîda li ser Ocalan qebûl nedikir ne dixwest bibe şahidê pêvajoyê.”
‘ESARETA LI SER OCALAN WEKE ŞERMEK DIDÎT’
Nûrgul Başaran wiha domand; “Viyan Soran esareta li ser Rêbertî weke şermek didît û digot çi dibe bila bibe divê ev ji holê were rakirin. Ji bo vê armancê jî bedena xwe da ber agir.”
Başaran diyar kir ku Viyan Soran bi vê çalakiya fedayî li beramberî tasfiyekaran rawesta û got; “Di heman demê ev çalakiya fedayî sekna jinê bû û çalakiyekî bi wijdan bû.”
‘BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ, BI HEMAN ARMANCÊ YE’
Çalakger Mohammed Ghaderî jî di merasîmê de axivî û got; “Viyan Soran li dijî komploya navnetwî ya li dijî Ocalan sekn nîşan da. Çalakiya Viyan Soran îro ji bo me heman armancê digre. Li Girtîgeha Amedê bi berxwedana Mazlûman agirê Têkoşîna Azadiya Kurd hate pêxistin. Em jî îro meşaleya wê têkoşînê radikin.”