Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê daxuyanî ji hêla Mustafa Sarikaya ve, derbarê êrîşên li ser dayikan ên li Gebze, Qoserê hate dayin û hate gotin, greva birçîbûnê ya ku beriya bi 171 rojî bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî bi ser ketiye û li dijî faşîzmê serkeftin wê dayikan be.
Di daxuayniyê de ya li ser navê çalakgerên Strasboûrgê ku ev 132 roj in di greva birçîbûnê de ne, hate goitn, gelê Kurd xwedî wê hêzê ye ku hesabê van êrîşan bipirse, qirkirin û gefên komkujiyên yên li ser dahatiya gel, pêşî dayik hîs dikin, sedema êrîşên ser dayikan jî ew e ku pir ditirsin, rejîma ku di nav krîzê de ye hilweşe.
'DAYIK LI IDJÎ ÊRÎŞÊN FAŞÎST BÛNE BARÎKAT'
Di daxuyaniyê de hate gotin di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ya li Kurdistanê û Tirkiyê, ev 40 sal in dayik û jin bi rista pêşeng radibin, di demeke wiha de ku li ser civakê bêdengî, sertewandin tê ferzkirin, li dijî vê dayik ‘bi bedena xwe bûne bend’, ''pêşengiya têkoşîna pîroz û esîl dikin. Her demê êrîşa êrîşên qirkeriya faşîst ji kûr ve dayikan dijîn. Pêşî ew hîs dikin ku di şexsê zarokên wan de, li ser dahatuya wan qirkirin û komkujî heye. Ji bo vê jî, herî pêşî bi rengekî xurt, bêyî ku meydanê vala bihêlin, ew helwestê datînin. Niha jî em demeke wiha dijîn.''
'JI BER TIRSA TÊKÇÛNÊ ÊRÎŞÊN FAŞÎST TÎNIN'
Bi berdewamî li ser êrîşên bi hovîtî yên li ser datikan hate gotin, ''Her ku tirsa têkçûnê hilweşînê zêde dibe ji ber ku ti alternatîfeke wan a din tine, tim berê xwe didin êrîşan, asta êrîşê zêde dikin da ku li ser piyan bimînin û hewl didin ku bi rengê hêza desthilatê hebûna xwe bidomînin.''
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin qêrîna dayikan temsîla ''wijdan, exlaq û dahatıya civakê ye'' û wê bi ser bikeve.
'WÊ HESABÊ ÊRÎŞA LI SER DAYIKAN WERE PIRSÎN'
Bi berdewamî êrîşa li ser dayikan hate bibîrxistin û hate gotin, ''hesabê wan dayikên me yên ku bi erdê ve hatine kişkişandin wê were pirsîn. Gelê me bi wê hêzê ye ku hesêb bipirse. Têkoşîna me bi wê hêzê ye ku vî hesabî bipirse. Divê li ser vê mijarê kesek dudilî nebe.''
'PÊNGAVA BERXWEDANÊ BR BI SERFIRAZIYÊ VE DIÇE'
Di daxuyaniyê de ya li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê yên Strasboûrgê hate gotin, pêngava berxwedanê ya şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina welêt bi teqezî ber bi xeta serkeftin û serfriaziyê ve diçe, ne dûr e ku tecrîd bişike, faşîzmê hilweşe û li welatê azad bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hev re bijîn.
'SERKEFTIN WÊ YA DAYIKAN BE'
Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin, ''Berxwedan wê bi ser bikeve û ev serkeftin jî wê li dayikên me were. Ji niha ve, em berxwedana wan a serkeftî pîroz dikin û berxwedana wan a pîroz bi coşî, moral û kelecaniyeke mezin pîroz dikin. Dayik kana me ya moralê ya sereke ne. Em dixwazin ku vê jî bizanibin.''