Berxwedêrên Strasboûrgê: Li ber xwe bidin

Berxwedana greva birçîbûnê ya 14 siyasetmedar û aktivîstên Kurd ên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 86’an jî li pey xwe hişt.

Berxwedana bi armanca şikandina polîtîkayên qirker û zextê yên faşîzma AKP-MHP’ê ya li dijî Ocalan a li Strasobûrêg hatiye destpêkirin bi biryardarî dewam dike.

Tevî rewşa giran a septomên ku duh dixtoran anîzbû ziman jî berxwedêr dibêjin: “Ne tenduristî, şikandina tecrîdê bikin rojev.”

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 86’an de ye. Serdanên piştevaniyê yên li her derê Ewropayê jî dewam dike. Gelek Kurdistanî ji bo ku berxwedêran Strasboûrgê bi tenê nehêlin, berê xwe didin Strasboûrgê.

Li aliyê din ji bo bihêzkirina berxwedanê duh koma 3’an kete greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li pêşiya Konseya Ewropayê. Di vê komê de ji tevahiya Swîsreyê kesên ku di çalakiyê de cih digrin wiha ne; Îmam Kartal, Salman Orge, Îmam Akgun, Fatma Beselî, Dîlîşan Sîncar, Alî Îhsan Ozyuerek, Cîhan Yilmaz, Ekrem Evren, Mahsûn Nûsaybin û Aysel Argin.

Endamên koma 3’emîn ku ji 10 kesan pêk tê saetên êvarê serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Strasboûrg^ekirin. Di daxuyaniya ji aliyê koma piştevaniyê ve hatî kirin de hate gotin ku ew bi xwe di greva bidorveger de ne û ji bo bibin dengê 14 berxwedêran ketine grevê.

Siyasetmedar Mûstafa Sarikaya koma piştevaniyê pêşwazî kir û wiha got; “Ev tecrîd dikare dîwarên tecrîda Îmralî hilweşîne. Ya girîng li dora berxwedanê kom bûne. Bi hilweşandina tecrîdê re ew ê pêşiya mirinan were girtin.”

Di nava rojê de serî de ji Fransa û Elmanya ji gelek welatên derdor bi dehan Kurdsitanî serdana berxwedêrên Strasboûrgê kirin.