Berxwedêrên Strasboûrgê 8’ê Adarê pîroz kirin

14 çalakgerên Strasboûrgê ku 82 roj in li dijî tecrîdê berxwedana greva birçîbûnê didomîn in 8’ê Adarê pîroz kirin.

Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Strasboûrgê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkdar ên Cîhanê pîroz kirin û têkildarî têkoşîna jinan peyam dan.

Berxwedêrên greva birçîbûnê ji bo 8’ê Adarê li hev civiyan û roja sembola berxwedana jinê pîroz kirin.

‘JI BO ŞIKANDINA TECRÎDA LI SER OCALAN KU HEVRÊTÎ JI JINAN RE KIR, EM LI VIRIN’

Ji çalakgeran Nûrgul Başaran got, 8’ê Adarê roja berxwedan û serî rakirina jinê ye û wiha domand; “Serî de YPJ-YPG û HPG yên têdikoşin û hevrên li girtîgehan 8’ê Adarê li wan pîroz dikin. Divê her 8’ê Adarê têkoşîn hê bêhtir bilindtir bibe.”

Başaran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke kesê jin anî ‘vê rojê, ji bo wan hevrêtî kir’ îfade kir û got; “Ji bo wê şikandina tecrîda li ser Ocalan gelek girîng e. Di berxwedanê de pîrozkirina 8’ê Adarê ji bo me gelek bi wate ye. Bi coş, moral û ruhê berxwedanê em 8’ê Adarê pîroz dikin.”

‘LI DIJÎ XIRABIYÊN 5 HEZAR SAL Ê LI BER XWE DIDE JIN E’

Siyasetmedar Mûstafa Sarikaya jî wiha got; “Rûhê berxwedanê di heman demê de rûhê jinê ye. Berxwedêrên herî mezin jin e. Xirabiya 5 hezar sal a bi destê zilam destpêkirî û 5 hezar sal e jin li dijî vê berxwe dide û berxwedana li dijî vê didome. Bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şiyarbûna jinan li cîhanê di qonaxek girîng de ye û îro di nava jinên cîhanê de coşeke mezin û hêviyek derxistiye holê.”

Sarikaya îşaret bi rolê pêşeng ê jinên Kurd di têkoşîna jinên cîhanê de û got; “Li Rojhilata navin parastina azadiyê li dijî zilmê bû nesîbê jinên Kurd. Em ji hêz û sekna jinên Kurd hêzê digrin. Girêdanbûn û fedekariya herî mezin jinan nîşan daye.”