Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Yewnanistanê hatin bibîranîn

Bi bîranînên li Yewnanistan hate lidarxistin, berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb hatin bibîranîn.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ya Rojiya Mirinê ya Mezin Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û enadmê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ê 5’ê Tîrmehê di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk de şehîd bûbû, bi bîranînên li Yewnanistanê hate lidarxistin hatin bibîranîn.

Bîranîna li Komeleya Çanda Kurdistanê ya li Atîna hate lidarxistin. Li gel Kurdistaniyan gelek nûnerên çep û sosyalîst jî cihê xwe di aktivîteyê de girtin. Di aktivîteyê de li ser navê Komeleya Çanda Kurdistan, MKP, MLKP’ê axaftin hatin kirin. Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.

Yek ji cihê aktîvîteyek ya bîranînê lê hate lidarxistin Kampa Lavîrîoyê bû. Li vir li gel hildana wêneyê Diyar Xerîb, wêneyên Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û alên PKK’ê hatin bilindkirin.

Bîranîna ku bi sedan kes tevlî bû, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre siyasetmedarê Kurd Fevzşî Koz axivî û bal kişand ser berxwedana Têkoşîna Azadiya Kurd a di bin her şert û mercên zinadanê de pêş ke. Koz berxwedana berxwedêran a li zindanan vegot, diyar kir ku çirûska berxwedanê ya li zindanê geş bû, li her çar aliyê Kurdistanê didome.

Piştî axaftinan û şûnde fîlmê 14’ê Tîrmehê hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.