Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîr anîn

Li çendîn bajarên Ewropayê, bi çalakiyan berxwedêrên Rojiya Mezin a Mirinê yên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Li bajarên Dûîsbûrg a Elmanyayê, Strasboûrg, Toulouse û li Vîllîer le Bel û Evry ên banliyoyên paytexta Fransa Parîs, bi çalakiyan berxwedêrên Rojiya Mezin a Mirinê yên 14’ê Tîrmehê bîranîn.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê, çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk hatî lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de bi navê KOMAW axaftin hate kirin. Di axaftinan de ev hate gotin: “Li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê, em salvegera 38’emîn a rojiya mezin a mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an a li Zîndana Amedê pêkhatî dijîn. Tevgera rizgariya Kurd û gelê me îlankirina biryara berxwedanê û roja destpêkirina berxwedanê 14’ê Tîrmehê weke roja rûmeta netewî didin diyarkirin û bibîr tînin.

Avakerên serkeftina 14’ê Tîrmehê û qehremanên bûyîn pêşengên gelê me, şehîdên demokrasiyê Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêz û hirmet bibîrtînin.”

Di çalakiyê de Osman Engîn ê birayê Metîn Engîn ê 11’ê Tîrmeha 1988’an li Sasonê şehît bûyî axivî. Di çalakiyê de sînevziyon jî hate pêşkêşkirin.

Di salona çalakiyê ya ku gelek malbatên şehîdan tevlî bûyî de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê daliqanin. Bîranîn bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

STRASBOURG

Li bajarê Strasbourg a Fransayê jî berxwedêrên Rojiya Mezin a Mirinê yên 14’ê Tîrmehê, Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Kasim Engîn ê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûyî û şehîdên Heftanînê bîranîn.

Çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hatî, ji bo tevahiya şehîdan bi deqeyek rêz hate destpê kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hatîn kirin hate gotin: “Avakerên serkeftina 14’ê Tîrmehê û qehremanên bûyîn pêşengên gelê me, şehîdên demokrasiyê Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêz û hirmet bibîrtînin.”

Her wiha di axaftinan de hate diyar kirin ku Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûyî, filozof, derwêş û fermandarek mezin ê çiyayên azad ê Kurdistanê bû, soza girêdanbûna xwe ya bi şehîdan re û ji bo xeyalên wan vê pêkanîn soza bilind kirina berxwedanê dan.

hat destnîşankirin ku şervanên azadiyê li Heftanînê berxwedanek mezin dikin, bang kirin ku li gel têkoşîna gêrîlayên gelê Kurd komek pir bi hêz ava bikin.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse ya Fransayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bîranîn. Bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin, bi pêşandana sînevziyonê dom kir. Şehîdên qetlîama Pirsûsê jî bîranîn.

VILLIER LE BEL

Li Villier le Bel a banliyoya Parîs a paytexta Fransayê jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bîranîn. Bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirî, piştre axaftinên hatîn kirinû fîlmê 14’ê Tîrmehê hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeya, “Şehîd namirin” bi dawî bû.

EVRY

Li Evry a banliyoya Parîsê jî di kesayeta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de, ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Di axaftina li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan hatî kirin de, şehîdên 14’ê Tîrmehê bibîranîn.

Çalakiya bîranînê ya bi pêşandana filma 14’ê Tîrmehê domkirî, bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

HELSÎNKÎ

Li Helsînkî ya paytexta Fînlandiya yê jî berxwedêrên Rojiya Mezin a Mirinê yên 14’ê Tîrmehê bibîranîn.

Di bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin de, ji bo girîngiya 14’ê Tîrmehê û di derbarê berxwedana zindanan de sînevziyon hate pêşkêşkirin.

Siyasetmedarê Kurd Nîmet Sevîn ê di bîranînê de axivî, bal kişand li ser tunekirin û qetlîamên li ser gelê Kurd.

Di civînê de berxwedana gêrîlayan a li Heftanînê jî silav kirin.

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn û Şehîdên Heftanînê bibîr anîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku xeta berxwedanê ya li Zindana Amedê hate avakirin, li çar parçeyên Kurdistanê didome. Çalakî bi dirûşim û nîşandana fîlmê 14'ê Tîrmehê bi dawî bû.