Berxwedana Strasburgê 153 roj li pey xwe hiştin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku li Strasbourgê didome, 153 roj li pey xwe hiştin.

Berxwedana ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên siyasî destpê kirî, mîna li her çar aliyên cîhanê, li Strasburgê jî bi biryar didome.

Piştgirî û serdanên berxwedêrên çalakiya ku bi dirûşmeya, “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin” destpê kirî jî bê navber didomin.

Serdanên Kurdistanî û dostên wan ên berxwedêrên Strasburgê îro jî dewam kir. Îro bi dehan Kurdistaniyên li Strasburg û derdora wê û komeke ji bajarên başûr ên Elmanyayê  hatî, çûn sedana berxwdêran û piştgiriya xwe diyar kirin.