Berxwedana Strasboûrgê di roja 158’an de ye

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li bajarê Fransa Strasboûrgê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 158’an de ye.

Çalakiya Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Fransa Strasboûrgê ku saziyên girîng ên weke Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyan (CPT) lê ye, didome.

Berxwedana greva birçîbûnê di roja 158’an de ye. Serî de Fransa û Swîsre ji welatên cûda serdanên ji bo çalakiyê didomin.

Îro gelek Kurdistaniyên ku ji Swîsreyê hatibûn serdana çalakiyê kirin û piştgirîya xwe ya ji bo berxwedanê nîşan dan.

Li Strasboûrgê ku çalakiya greva birçîbûnê heye ev 7 sal in çalakiya Nobeda Azadiyê ya ji bo Ocalan tê lidarxistin.

Roja Çarşemê (Duh) ji komîteya amadekar a çalakiya Strasboûrgê daxuyaniyek dabûn û hatibû ragihandin ku çalakvan tevahiya rojê li ser textê xwe ne, lê moral û coşa wan xurt e. Komîteyê ragihand ku “Her roja diçe vîna çalakgeran xurtir dibe. Her roja ku bedena wan bihele jî, moral û biryardariya wan xurtir dibe.”

Navê berxwedêrên greva birçîbûnê wiha ne; Gulistan Îke, Dîlek Ocalan, Nûrgul Başaran, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmen Sevîm, Mohamed Ghaderî, Agît Ûral, Denîz Surgut, Ekrem Yapici, Kardo Bokanî, Ramazan Îmîr, Kerem Solhan û Ayvaz Ece.