Berxwedana Strasboûrgê di roja 151’an de ye

Berxwedana 14 aktivîstên Kurd ên li bajarê Strasboûrg a Fransayê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva bêdawî û bêdorveger de ne, di roja 151’ê de ye.

Berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpêkiribû, bi tevlîbûna hezaran girtiyan a li girtîgehan û dîsa herî dawî 30 girtiyên azadiyê jî ketin rojiya mirin. Çalakiya 14 aktivîstên Kurd ên li bajarê Strasboûrg a Fransayê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 151’ê de ye.

SerdanênKurdistanî û dostên wan ên li Ewropa dijîn ên ji bo berxwedêrên li Strasboûrgê di çalakiyê de ne dewam dike. Di nava kesên serdan kirin de, li gel Kurdistaniyan Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a (CKD-F) Loqman Kanar, li gel Vedat Bîngol hebû.

BANGÊN XWEDÎDERKETINA LI ÇALAKIYAN

Hevserok CDK-F’ê Lokman Kanar di serdanê de axivî û diyar kir ku moral û coşa berxwedêran pir bilind e û moral ji çalakvanan girtine.

Kanar di serî de bang li Kurdên Fransa û Dîasporayê kir û got: “Em di demek zor û zehmet de derbas dibin. Bang bi taybet li Kurên Fransa û Dîasprayê dikim; Divê tu Kurd li mala xwe nerûne, destek bide berxwedanên çalakiyên grevên birçîbûnê. Enceq em vê berxwedanê bi xwedîderktina gel bigihînin serketinê.

Kanar bal kişand ser çalakiyên her roja Çarşemê ya li Paytexta Belçîka Brûksel û bajarê Strasboûrg ê Fransayê, diyar kir ku divê bi xurtî gelê tevlî van çalakiyan biibn.