Berxwedana Strasboûrgê di roja 129’an de didome

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 129’an de didome.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Leyla Guven 168 roj berê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. 14 çalakgerên ku endamên ‘Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re’ ne, li Strasboûrgê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.

Çalakiya li Strasboûrgê îro dikeve roja 129’an. Ligel ku tendirustiya çalakgeran xerab dibe jî çalakger berxwedana xwe didomînin. Ji gelek bajar û welatên Ewropayê gel Kurd û dostên wan ên ji Ewropayê tên serdana çalakgeran.

Ji 25’ê Adarê û vir ve li pêşiya avahiyên Konseya Ewropayê, CPT û Parlementoya Ewropayê çalakiyên rûniştinê yên girseyî jî tên lidarxistin.

Navê çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê wiha ne; Dîlek Ocalan, Gulîstan Çiya Îke, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mûstafa Sarikaya, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayyaz Ece, Yuksel Koç, Kadro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yapici.