Berxwedana Strasboûrgê di roja 126’an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di roja 126’an de bi biryardarî didome.

Îro endamên Komîsyona Çanda Hewldana Mereşê çûn serdana 14 aktivîstên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 126 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne.

Endamên komîsyonê yên ku çûn serdana çalakgeran, diyar kirin ku li ser navê hewldana Mereşê serdana çalakiyê dikin û diyar kirin ku ne ji bo piştgirîdayînê hatine weke parçeyek yê çalakiyê ne.

Endamên komîsyonê diyar kirin ku divê demildest tecrîda li ser Ocalan were rakirin, tecrîd serî de gelê Kurd û hemû nasnameyên bindest eleqedar dike. Endaman ragihandin ku divê her kes li gel çalakgeran bin û ji bo avakirina jiyana hevpar û demokrasiyê serketina çalakiyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Greva birçîbûnê ya koma 14 aktivîstan 17’ê Kanûna 2018’an bi şîara “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” dest pê kir. Ji roja destpêkê ya çalakiyê ve Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, tên serdana çalakgeran.