Berxwedana Strasboûrgê 131 roj li pey xwe hişt

Berxwedana 14 aktivîstên Kurd ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin roja 131’an li pey xwe hişt.

Greva birçîbûnê ya 14 endamên Însyatîfa ji Ocalan re Azadî ku 17’ê Kanûna 2018’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin roja 131’an jî li pey xwe hişt.

Doxtor Fahrettîn Gulşen di konrolkirina herî dawî de anî hişyariyên cidî yên di warê berxwedêran de ragihandibû. Gulşen anîbûz ziman ku çalakvan bibiryarin ku heta tecrîd hebin wê çalakiya xwe bidomînin. Gulşen hişyariya ku herî kêm rewşa 7 çalakvanan giran e. Di vê navberê de jî piştevaniya gelê Kurd û dostên wan a bi grevên birçîbûnê re jî dewam e.

Ji ber giraniya rewşa çalakvanan, çalakvan enceq dikarin carnan kesên tên serdan pêşwazî bikin, piraniya rojê li ser text in. Kurdistanî û nûnerên saziyên Ewropî û heta saziyên civaka sivîl gelek Ewropiyan heta niha serdana çalakvanan kirine.