Berxwedana li Strasboûrgê di roja 45’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Strasboûrgê di roja 45’an de didome. Di roja 45’an de jî gel û sazî hatin serdana çalakgeran.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 14 çalakgeran greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dabûn destpêkirin. Saziyên Kurdan û welatparêzên Kurd hatin serdana çalakiyê.

Nûnerên KNK, KOMAV, Meclîsa Gel a Frankfûrtê jî di nav de gelek kes hatin serdana çalakgeran.

Azîze Yildiz a ku ji sala 2000’an ve Dayika Aştiyê ye û endama KOMAV’ê ye di serdanê de diyar kir ku rewşa Leyla Guven hatiye asta krîtîk. Yildiz got ku “Ev sê car in ez têm serdana vê çalakiyê. Di her carê de jî ez dibînim ku tendirustiya çalakgeran xerabtir dibe.

Endama Pena Kurd Rûkiye Ozmen jî diyar kir ku wekî greva birçîbûnê ya di salên 1980’î de, vê çalakiya greva birçîbûnê de jî dengê berxwedanê geş kiriye. Guven bal kişand ser vî tiştî çalakgeran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dane ber birçîbûnê û vê berxwedana çalakgeran geştir dibe.

Ji welatên cihê yên Ewropayê bi dehan welatparêz û nûnerên saziyên Kurdan tên serdana çalakgeran. Îro ji bajarên Frankfûrt, Pforzhemîm, Koln ên Elmanyayê, ji bajarê Zurîhê yê Swîsreyê gelek kes hatin serdana çalakiya li Strasboûrgê.