Berxwedana gel a li Êlihê dewam dike

Xelkê Êlihê li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê li ber xwe dide. Polîsan êrîşî gel kirin.

BERXWEDANA LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ

Li Êlihê çalakiyên li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê dewam dikin. Welatî li gelek deverên bajar hatin gel hev û dirûşmên “Dizek AKP”, “Dê roj were, dewran dê biguhere, AKP dê hesabê bide gel” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Navenda protestoyan jî pêşiya şaredariya hatiye dorpêçkirin e. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. 

 Polîsan bi ava şid û guleyên plastîk êrîşî girseya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de bûn kirin. Girseyê li dijî êrîşê li ber xwe da û hinek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. 

Beşekê girseyê bi dirûşman ber bi avahiya rêxistina DEM Partiyê ve dest bi meşê kir. Hinek welatî jî li deverên cuda yên bajar dest bi çalakiyên protestoyî kirin.