Berpirsyariya DAÎŞ’ê li ser Kurdan tenê dihêlin

Wezîrê Karê Derve yê Fîlandiya Pekka Haavîsto anî ziman ji bo welatiyên xwe yên li Kampa Holê her tişt kiriye û got: “Niha top li destê Kurdan e”.

Piştî rizgarkirina Baxozê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şûnde ragihandibû ku rêveberên hikûmeta Fîlandya ji bo vegerîna zarok û jinên DAÎŞ’î yên li Kampa Holê ya wlat alîkarî nakin. Li ser gefên êrîşê yên Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê ev mijar dîsa bû rojeva Fînlandiya.

Endamê PArtiya Keskan û Wezîrê Karê Derve Pekka Haavîsto ê bersiva pirsên Ajansa Nûçeyan a Netewî ya Fîlandya Hle da, diyar kir ku hikûmet ji bo welatiyên xwe yên li Kampa Holê tişta ji destê wan hatine kiriye û got: “Niha top li destê saziyên Kurdan e’. Haavîsto anî ziman ku ti welatekî Ewropa bi komên girseyî welatiyên xwe negirtiye, destnîşan kir ku ji bo welatiyên xwe yên Fînlandî yên li kampê pêwîstiyên wan pirskirine.

Li ser pirsa Yle a planek heye ku welatiyên Fîlandî vegerin welat an ne ev hate gotin: “Planekî me bi xwe tine. Berpirsyariya ewlekariya herêmê li ser milê saziyên Kurd in. Ti pirsgirêkên hiqûqî ya xwecihî ku pêşî li welatiyên me yên Fîlandî nebe me ji saziyên Kurdî re aniye ziman ku dikarin vegerin welat.” Haavîsto bi domdarî got: “ME aniye ziman ku her demê mafê Fînlandiyan heye ku vegerin malên xwe.Me ev ji bo saziyên Kurd jî ragihandiye.” Haavîsto bibîr xist ku hikûmet her roj bi saziyên alîkariya mirovî yên li Holê xebatê dikin re di nava peywendiyan de ne û got: “Wê çi bi mirovên li Kampa Holê bê kirin di bin însyatîfa saziyên Kurdî de ye.”

Haavîsto diyar kir ku bi destpêkirina operasyona dagirkeriyê ya Tirk re li nava kampê ji bo jinan metirsî heye û got: “Em ê rojên pêş bibînin bê ka wê çi bibe.”

Wezîrê berê yê Karê Derve Par Stenback nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmetê da û got: “Hemû welat ji erka parastina welatiyên xwe berpirs e.Em di wê gumanê de bin ku hemû bê sûc jî bin, em nikarin mehkûm bikin” Stenback rexene li bêbiryariya hikûmetê kir û bi gota: “Ez li bendê bûm ku hikûmet bigihêje encamekê. Hikûmed diyar dike ji bo vegera welatina li bendê ne yan jî rawestiyane dîsa ji bo bi lez vegerê xebatan dikin” nerazîbûn nîşanî bê biryariya hikûmetê da.

Helwesta Swêd jî ne ji ya Fînlandiya cuda ye. Wezîra Karê Derve ya Swîsre Anna Lînde a ji bo serdaneke fermî li Fînlandiyayê bû îdîa kir ku tevî rewş ewqasî tevlîhev e û ji bo zarokên DAÎŞ’î vegerin Swîsreyê tişta ji destê wan hatiye kiriye. Lînde anî ziman ku niyeta wan heye ku zarokan vegerînin û got: “Mixabin ev yek wê çawa û kengê û bi çi rengî pêk bê nabêjim. Em her rojê ji bo çareseriyê kar dikin. Lê me dît ku ev yek tevlîheve.

Di daxuyaniyên her du wezîran de derket holê ku ji bo welatiyên xwe yên li Kampa Holê vegerînin û berpirsyariyên wan bigirin ser milên xwe hincetan nîşan dikin.

Li ser pirsa ji bo vegera zarokan alîkarî ji hêzên Kurd bixwazin Lînde got: “Ji bo vegera zarokan em hevkariyê bi hemû aktorên ku bikarin derfet  biafirînin re dikin.

Haavîsto diyar kir ku ji ber ku Kurd ne dewlet in têkilî bi saziyên Kurd re danîn pir zehemet e. Ji berpirsyariya jin û zarokên DAÎŞ’î yên li Kampa Holê xwe da paş.