Baskê Baselê yê meşa dirêj a li Swîsreyê bi dawî bû

Meşa dirêj a li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Luzerna Swîsreyê starta xwe danayî îro baskê Baselê bi dawî bû.

Meşên dirêj ên ku her sal di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxisin, îsal ji ber tedbîrên şewbê li her welatan li qadên wan tên pîrozkirin.

Baskê meşa dirêj a ku di çarçoveya pêngava “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” de ku 6’ê Sibatê li bajarê Lûzernê starta xwe danî, îro li Baselê dom kir.

Bi ruxmê hewaya sar jî Kurdistanî û dostên wan çalakiya xwe lidarxistin. Çalakgeran li qada Barfusserplatzê pankarta “Ji Ocalan Re Azadî” vekirin, wêneyên Ocalan û alên PKK, MLKP û SYKP’ê hilgirtin. Di çalakiyê de ji bo bîranîn şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Ji berî meşê Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî axivî û wiha got: “Berdewamiya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê îro bi polîtîkaya tecrîdê li ser Rêbertiya me dom dike. Îro di serî de Rêbertiya me, li Îmraliyê, herêmên gêrîlla û zîndanan seferberiyek giştî ya berxwedanê pêşketiye û di rêjeyek mezin de rê li ber hêzên komploger ku bigehin hedefên xwe hatiye girtin.”

Piştî axaftinên hatîn kirin gel, bi berzkirina dirûşmeyên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajêr meşek lidar xistin. Di tevahiya meşê de ji aliyê aktîvîstan ve bi Elmanî belavok hatin xwendin.

Meş li qada Dreîrosenparkê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Kurdistanî wê meşa xwe ya dirêj sibe li bajarê Solothûrnê lidar bixe.