Başaran ji Kurdên Enatoliya Navîn e, demeke dirêj di nav têkoşîna azadiyê de xebatên siyasî kiriye. Piştî çalakiyên grêvên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven a ku li girtîgehan û li Ewropayê berbelav bûyî ew jî tevlî nav greva birçîbûnê ya Strasboûrgê dibe. Başaran dibêje, ''Min nikarî li bara çalakî û qêrîna Leyla Guven, a ku jineke ji Xêlikanê ye, bêdeng bimînim''. Ew nirxekî cudatir dide dide ku Kurdeke ji Enetolojiya Navîn pêşengiya vê têkoînê dike. Şikestina tecrîdê wê encamên mezin ên siyasî, sosyal bi xwe re bîne. Ji bo Başaran şikandina tecrîdê wê dawî li sirgûniya 300 salî bîne.
Başaran dibêje, çîroka wan a sirgûnê heta bi 300 salî diçe, hê jî nîqaş li ser wan tê kirin bê ji kûderê ne lê dema ku li ji dapîrên xwe dipirsin, dibêjin ew ji Sembûrê hatine, beriya wê jî xwe digihînin Horosanê.
Başaran diyar dike Kurdên Enetoloiya Navîn ji bo xweparasintinê di nav xwe de avaniyek çêkirine û ji bo vê jî bi hêsanî asîmîle nebûne, dibêje, ji bo ku wan hînî Tirkî bikin 3 malbatên Tirk li gundê wan hatine bicihkirin, gelek rêbaz hatin ceribandin da ku wan ji çanda wan dûr bixin lê yek ji van jî bi ser neketiye.
Başaran bi bîr dixe ku li Konyayê avaniyeke welatparêz heye, bi taybetî li Xêlikanê, di salên destpêka 80'yî û dawiya 90'î de, piştî 90'î têkoşîna li Enetoliya Navîn geş dibe, zext li ser Kurdên Enetoliya Navîn hatine kirin, ne bi rengê êşkenceyên giran ên li Kurdistaê, ji bin ve, bi konetî bi polîtîkayên kedxwarî û asîmîlasyonê ew ber bi xwe ve kişandine û dibêje,''Gundên welatparêz ên li Konyayê nehiştine ku li gundê wan qereqol jî werin çêkirin. Ji vî alî ve welatparêzî pir xurt e.''
Başaran têkilî xalê xwe Haci dibêje, li dijî leşkeriyê serî rakiriye, li gel çend hevalên xwe qebûl nakin ku bi zorê wan bibin leşkeriyê, ev dibe mîna serhildanekê, wê demê, xalê wê û çend hevalên wî hewl didin ku suîkastê li Mustafa Kemal bikin lê beriya wê agahî ji dewletê re diçe û wiha plan bi ser nakeve.
Dema ku salên 90'î çalakiya fedaî ya Zîlan çêdibe, di nav malbatê de behsa çalakiya Zîlan tê kirin, Başaran dibêje, dema ku di nav malbatê de bihîstiye, ''jinek di nav dijmin de xwe teqandiye'' wê demê hîsên cuda pê re çêbûne, li ge ku 10 salî jî bûye, daye ber pirsên mîna, 'ev jin kî ye, çima çalakiyeke wiha kiriye?''.
Başaran dibêje, rojekê dê û bavê wê jê re gotine, konsêrek heye, ya Ibrahîm Tatlises an jî Bulent Ersoy heye û wiha derketine, ew li mal hiştine, dema ku vegeriyane jî, dîtiye ku ser kincên dê û bavê wê lewitîne, reş bûne ji wan pirsiye, bê ka ev çawa konserê, çûnê kû, dema ku dê û bavê wê dibêjin, ''Keça min bi Xwedê em çûbûn Newrozê'', Newroz, Mazlûm, Zîlan..wê demê hîn dibe ku têkoşînek heye.
Ber bi salên 90'î jî berê xwe didin Ewropayê, li wir dikeve bin bandora xebatên Navendên Civaka Demokratîk, hevalên wê yên ji bajarên Kurdistanê çêdibin, bi xwendinê re Zîlan baştir nas dike, wê baştir nas dike û dibêje,''Di vê mijarê de nirxandina Rêbertî heye, dibêje, ''Zîlan Xwedavenda me ye''. Ya ku bandor li min kirî jî heval Zîlan e. Lê pêşî ya ku kirî ez akfîf bibim heval Mazlûm Dogan e.''
Başaran dibêje ji Xêlikanê gelek kes tevlî nav refên azadiyê bûne û şehîd bûne, ew rasterast Leyla Guven nas nake lê bi wê û diya wê hevaltî kiriye, gelek tişt bi hev re par ve kirine, ji ber ku ji heman gundî bûne ji bo vê jî gelekî girîng dibîne ku di serdemeke wiha de Guven pêngaveke wiha avêtiye, bi çlakî tevlî siyasetê bûye û her wiha dayikbûna wê nirxdar e û dibêje, ''Berxwedan pirhêlî ye, berfireh e. Lê divê rast were fêhmkirin. Ango nîşan dide ku berwedaniya ku em ê îro bikin wê ne tenê ne li qadekê be. Ne tenê li qada siyasî, ji her alî ve divê em çalakiyan bikin. Dilsozî vê hewl dike.
Dema ku heval Leyla nû dest bi çalakiyê kir, bi hemûyan re girêdayûbina bi Rêbertî re hebû. Gelê Kurd bi Rêbertî ve girêdayî ye. Tevgera azadiyê, gerîlayên jin jî wiha. Rastfêhmkirina pêvajoyê dibe ku ne rastgavavêtin be. Diviya mîna hevalên Zîan pêşengiya vî karî bihatana kirin. Yek ji van hevalên me ya ku xwedî vê pêşbîniyê Leyla Guven e. Di pêvajoyên xwerêberiyê de jî bi pêşengî rabûye, li gorî giyanê wê demê berxwedaniyek nîşan daye.
Hem li temenê Rêbertî û hem jî li qada ku lê tê hiştîn fikirî û pêşbîniya wê kir ku divê tecrîd were rakirin û tevgeriya. Ji bo vê jî çalakiya ku dayî destpêkirin girîng e, divê mirov li pişt bisekine.
Başaran bi domarî dibêje, ''Ev 20 sal in di nav têkoş,înê bûm, min biryar li ser da ku bikevim vê çalakiyê. Ev têkiliya min a pêşî bi Rêbertî re ye. Bes e, na. Divê tenê wiha be, na. Me tevgerê hê berfirehtir, bi rengekî hê xurttir, bi geştkiinatêkoşînê me dikarîbû li Rêbertiya xwe xwedî derkevin.
Başaran herî dawî got: ''Ji bo ku tecrîd were şikandin ev 20 sal in daxwazên me ji hêla CPT û DMME'yê ve bi paş ve têne vegerandin. Ji bo vê jî li ser bingeheke encamgir me dest bi çalakiyê kir û em biryardar in. Her hevalek me dibe ku roj bi roj bihele lê vîna wan zêdetir xurt dibe. Jinên li Ewropayê dijîn, Kurd bihistyar in. Lê dive bihistyariyeke dî çêbibe. Zindan û heval Leyla li ber xwe dide. Ji bo ku çalakiyên me berfireh bibin divê hevalên me yên jin dest bavêjin vî karî. Ya ku wê me azad bibe avaniya îdeolojîk a vê têkoşînê ye. Divê em bi vê bawer bin.
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka