Banga tevlîbûna bîranîna Komkujiya Parîsê ya duyem hat kirin
Ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil yên li Parîsê hatin qetilkirin, wê çalakiya bîranînê bê lidarxistin.
Ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil yên li Parîsê hatin qetilkirin, wê çalakiya bîranînê bê lidarxistin.
Ji bo Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên di 23’yê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin, wê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya çalakiya bîranînê bê lidarxistin.
Meclîsa Jinan a Çîçek Botan ya Evryê û Meclîsa Gel a Evryê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna bîranînê kir û got: “Wek gelê Kurd em ketine salvegera duyemîn ya Komkujiya Parîsê ya duyem in. Ev komkujiyên ku em nikarin ji polîtîkayên qirkirin û qetlîamên li Kurdistan û Rojhilata Navîn tên birêvebirin, cuda bigirin, li dijî paradîgmaya li ser esasê azadiyê jinan hatine kirin. Her çiqas hedefa esas van êrîşan Rêber Apo be jî, di şexsê wî de hedef Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji ber ku têkoşîna me roj bi roj li Ewropayê belav dibe û ji bo cîhanê dibe çavkaniya îlhamê, xeta me ya li ser esasê azadiya jinan pêş dikeve bûye hedefa hêzên tarî. Her çiqas kujer û hêzên ku plansaziya van êrîşan dikin bên zanîn jî, ji aliyê hiqûqî ve tişta pêwîst nehatiye kirin. Li ser vê yekê, di serî de wek Tevgera Jinan û gel, em dubare soz didin ku em ê têkoşîna li dijî vê yekê bidin û em ê layiqî şehadeta hevrêyên xwe bibin. Li ser vê esasê, em bang hemû gelê xwe dikin ku 23’yê Kanûnê, roja duşemê, li cihê ku hevalên me hatine qetilkirin û di saet 11:37’an de de ku saeta qetilkirina wan e, beşdarî bibîranînê bibin û têkoşînê mezin bikin. Her wiha em ji vir radigihînin ku me starta xebatên xwe yên 23’ê Kanûnê û 9’ê Çileyê jî daye.”