Ji bo Festîvala Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hate kirin

Festîvala 12'an a Hasan  Kiziler a Çand û Sporê ya Ciwanan 18'ê Gulanê li Swîsre bi dirûşma, ''Em Tecrîdê bişkînin, Faşîzmê hilweşînin, Rêbertî azad bikin'' wê çêbibe.

Festîvala  Hasan Kizilere a Çand û Sporê ya Ciwanan ku ev 12 sal in li Swîsre tê kirin îsal li kantona Solothûrnê wê were çêkirin. Festîval 18'ê Gulanê saet 12.00'an li Hans-Huber-Strase 41-43, 4500 Solothurnê wê dest pê bike. Festîval ji hêla aktivîstên ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad ve tê amadekirin.

Li ser navê Komîteya Amdekar a Festîvalê Tevgera Ciwanên Şoreşger Umut Sîdar got, ew festîvalê mîna parçeyek ji berxwedana dîrokî ya dijî tecrîdê dibînin.

Sîdar diyar kir ew festîvala ku her sal diyarî Şehîd Mazlûm (Hasan Kiziler) dikin vê carê bi dirûşma, ''Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin, Rêbertî azad bikin'' pêk tînin û diyarî Dijwar Agir dikin ku ji Swîsretê tevlî nav Tevera Azadiyê bûye û Îlona 2018'an şehîd bûye. 

Sîdar têkilî Hasan Kiziler got, bi sûrginê hate Swîsreyê, dema ku hate Swîsreyê Kiziler hê ciwan bûye û diyar kir, "Tevgera Azadiya Kurd nas kir û di nava xebatên Stêrka Ciwan ma. Dema ku dît li nav modernîeya kapîtalîst wê ji bo gelê xwe ne zêde sûdewar be 1995'an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û nav refên PKK'ê. Hê gerîlayekî 1 mehî, ji hêla balafirên şer ên dewleta Tirk ve li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bû li gel 7 hevalên xwe."

Sîdar got, ji bo ku Hasan Kiziler, jiyana wî, têkoşîn, bîranîn û armancên wî nedin jibîrkirin û bidin jiyîn festîvalê li ser navê wî dikin. Ji ber ku jiyana wî û têkoşîna wî ji bo wan mînak e û ew hewl didin bibin layiqî jiyana wî.

Sîdar li ser naveroka festîvalê got, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Nasir Yagiz ku ev 6 meh in di greva birçîbûnê de ne wê bi weşana zindî tevlî bernameya wan bibin, ev ê ji bo coşî û moralê pir baş be, her wiha ji stranbêjan, Çetîn Oraner, Serhan  Çarnewa, Medî, Yûnus Pîran, Seyda Perînçek wê li ser dikê bin. Her wiha Koma Folklorê ya Swîsreyê jî wê hazir be û ji bo zarokan jî wê qadên lîstikê hebin.

Sîdar diyar kir ku wan sînevizyonek amade kiriye û di serî de dayik ên ku pêşengiya şikandina tecrîdê dikin wê biaxivin.

Sîdar her wiha got ew ê tûrnûvaya sporê ji qadên cuda mîna voleybolê bikin, her wiha ya kişikê, tenîsa maseyê.

Li ser grevên birçîbûnê yên li ser tecrîdê jî Sîdar got ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemû gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û herî pir jî weke tecrîda li ser ciwanan dibînin û got, ên ku vê pêngavê wê bibe serfiraziyê jî bi esasî ciwanên Kurd in, ji bo vê jî diyar kir divê ciwanên Kurd vê pêvajoyê baş fêhm bikin û bi rihê seferberiyê tevlî pêvajoyê bibin.

Sîdar herî dawî di serî de ciwan, bang li gelê Kurd ê Swîsreyê û dostên Kurdan kir ku tevlî festîvalê bibin.