Bi boneya salvegera Qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxê li Şengalê, li Osloyê ku paytexta Norwecê ye daxuyanî hat dayîn. Kurd û dostên Kurdan ên Osloyî tev li daxuyaniyê bûn.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê (NCDK) Endam Oso daxuyanî bi Norwecî, Rûbar Yosîf jî bi Kurdî daxuyanî da.
GEFA MEZINTIRÎN A LI SER HERÊMÊ DEWLETA TIRK E
Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku gefa berpêyî Êzidiyan bi destên dewleta Tirk berdewam e û wiha hat gotin: ‘’9 sal berê rojeke wek îro, dinya bû şahida qirkirinê. DAÎŞ’ê di nava du hefteyan Şengal dagir kir. Ji bo qirkirina Êzidiyan kampanyayeke stratejîk bi rê ve bir. Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jinên ciwan ji xwe re kirin kole û zor dan wan ku dev ji baweriya xwe berdin. Ji meha Mijdarê ya sala 2015’an ve ku Şengal hatiye rizgakirin, dewleta Tirk a faşîst bûye gefa herî mezin a li ser Êzidiyan û herêmê. Êrîşên ji hewayê ve li xelkê Şengalê tên kirin berdewamiya qirkirinê ne. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe sûcên şer kirine. Ji ber ku Êzidiyan parastina xwe ava kiriye, Tirkiye van êrîşan dike. Dewleta Tirk 150 km dûrê Şengalê ye, lê xwe birêvebirina Êzidiyan ji xwe re wek xeterî dibîne.’’
‘ÇIMA NORWEC QIRKIRINÊ NAS NAKE’
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku NY, DYE, Ermenistan, Iraq, Awûstralya, Kanda û Brîtanyayê qirkirina Êzidiyan nas kiriye lê çima Norwec nas nake. Hat destnîşankirin naskirina qirkirinê, ji bo pêkhatina edaletê, başbûn û ji bo careke qirkirin çênebe gavekê giring ê pêşîn e. Ji ber qirkirinê kes nehatiye cezakirin û nêzîkê 300 hezar kesên ji cih û warê xwe hatine kirin, ji bo vegerin zêde zehmetiyê dikişînin.
DAXWAZ JI HIKUMETA NORWECÊ HATIN KIRIN
Qirkiriyên qetlîamê hatin bibîranîn û bi şûn de ev bang û daxwaz ji hikumeta Norwecê hatin kirin: ‘’Qirkirina Şengalê nas bike, bikeve hewila darizandin û cezakirina çeteyên DAÎŞ’ê. Divê ji bo ewlehiya plan û tidarek bên kirin. Xweseriya Şengalê nas bike. Ev biryara we wê ji bo hemû mirovahiyê bibe destkeftineke wijdanî û exlaqî ya giring.’’
Dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Bijî berxwedana Şengalê’’ hatin berzkirin û daxuyanî qediya.