Bang hat kirin ku tevlî çalakiyê 19-20’ê Çileyê bibin

Tevgera Ciwanên Şorşger û Jinên Ciwan ên Azad bang kir ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyên ku wê 19-20’ê Çileyê li gelemperiya Ewropayê bên lidarxistin bibin.

Tevgera Ciwanên Şorşger û Jinên Ciwan ên Azad ên daxuyaniyek nivîskî dan, da xuyakirin ku bi armanca piştgirîkirina greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û bidawîkirina tecrîdê wê li qadan bin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

 “Rejîma hevkar a AKP-MHP’ê bi ruhê xwe xilaskirinê êrîşî her alî dike. Êrîş dibe ser hemû nirxên gelê Kurd û dixwaze di yek carê de tine bike. Êrîşên li ser destketiyên bi felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me ku ji bo hemû mirovahiyê bûye hêvî û ji nû ve gelê Kurd zindî kir, her diçin hov û didomin.

Sîstema Îmralî ya ku dewama komploya navdewletî ye di navenda van êrîşan de ye. Di kesayeta Rêbertiya me de tecrîda li ser Gelê Kurd dide kirin, dixwaze girêdana em ya bi Rêbertiya me re qût bike. Tecrîd û tecrîdqebûlkirin sûcekî yê mirovahiyê ye; ya ji bo me ciwanan jî dimîne, rêya rûmetê serî hildan e. Em rê nadin ku jiyaneke bê Rêbertiya me li ser me bidin ferzkirin. Bi sirûda ‘Me bi ciwanî destpêkir em ê bi ciwanî bi ser bixin’ di ser de em jinên ciwan û ciwan ên Kurdistanê heta serketinê emê ji azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe şer bikin.

Têkoşîna bi pêşengtiya hevrê Leyla Guven hatî destpêkirin di roja 70’ê na de her diçe krîtîk dibe. Yên ku ji bo xwe dibêjin em Kurdin an jinên ciwan an ciwan in divê baş bizanin; ev berxwedana bi heybet dibe encamên ku ti car bi paşve neîne bixwe re bîne. Rêdayîna tişek wiha li ber çavê xwe, tê wateya xiyanet li nirxên xwe kirinê. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger li Zindanan, Hewlêr, Galler, Kanada û Strasboûrgê dewam dikin. Êdî em ciwanên Kurdistanê û şoreşgerên enternasyonalîst bi rolên xwe yên dîrokî rabin û bikevin tevgerê.

Li ser vî bingehî; bi sirûda ‘Li dijî tecrîdê em serî hildidin’ 19-20’ê Çileyê di serî de bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê, derveyîwelat û ciwanên enternasyonalîst dikin ku dakevin qadan.”