Balefirên Balefirgeha Frankfûrtê yên tên Tirkiyê hatin blokekirin

Ji bo êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Rojava û komkujiyên ku kirî werin şermezarkirin, li Balefirgeha Frankfurtê çalakiyek hate kirin.

Bi dehan kes li Balefirgeha Frankfûrtê li ber gîşeyên şîrketeta rêya hewayî ya Tirk Turkîsh Aîrlînesê zincîra mirovan hate çêkirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ku dagirkeriya Tirk şermezar dikin û destekê didin berxwedan Rojava hatin vekirin, karên li ber gişeyê hatin rawestandin.

Çalakgeran gelek peyamên ''şer li vir dest pê dike'',Niha li vir Rojava biparêze'' dan.

Çalakî li Termînal 1 Hall B'yê dest pê kir. Dema nûçe dihate hazirkirin çalakî dom dikir.