Awûstûrya: Êrîş ji hêla AKP'ê û MHP'ê ve hatin organîzekirin

Rayedarên hikûmeta Awûstûryayê derheqê êrîşên çar rojan ên li Viyanayê yên li ser Kurdan û komên çepgir ên Tirk daxuyanî dan, gotin êrîş ji hêla saziyên AKP-MHP'ê ve hatine organîzekirin.

24'ê Hezîranê êrîşan dest pê kir û çar rojan domand, komên faşîst ên Tirk êrîş anî ser Kurdan, derdorên çepgir ên Tirkiyeyî û komên çepgir ên Awûrtûryayî, li ser vê rayedarên hikûmeta Awûstûryayê daxuyanî dan. Wezîre Karê Navxwe Karl Nehammer, Wezîra Lihevkirinê Susanne Raab û Şefê Polîsan ê Viyanayê Franz Eîgner daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan û derbarê rûdanê lêpirsîn dane vekirin.

Dema daxuyaniya çapemeniyê rayedaran derbarê êrîşên faşîstên Tirk ên li ser çalakiya ku Plaforma Jinan a Ewropayê organîze kiribû, gotin di dest wan de delîl hene ku êrîş ji hêla MÎT'a Tirk ve hatine organîzkirin. Wezîrê Karê Navwe Karl Nehammer got li pişt van êrîşan paşxaneke polîtîk heye û bal kişande ser desthlata AKP-MHP'ê.

Wezîr got ji çar kesên ku êrîş organîze kirine yek jê Tirk e, ên din jî bi eslê xwe Tirk in û welatiyên wan in. Nehammer got, ''Ev kesên ku tevlî pevçûnê bûne û temenê wan di navbeyna 25-30'î de ne, tespît bûye ku ji nav van kesan yek jê têkilî saziyên AKP-MHP'ê yên li Elmanyayê ne.

Wezîr got li Awûstûryayê îşaretên 'gurên boz' û 'rabîa' qedexe ne, 220 kesên li gorî yasayên sembolên qedexe neçûne û tevlî êRîşê bûne hatine tespîtkirin, li ser wan pêvajoya hiqûqî dest pê kiriye.

Wezîr her wiha got nûçegihanê Kurd Nûrettîn Civandag ê ku êrîşa nîjatperest çûyî ser rakirine nexweşxanê.

Wezîr her wiha got yek ji kesê ku êrîş birî serî Civandag li Elmanyayê endamê komeleyeke MHP'yê û ev 3 kesên ku êrîş birine ser nûçegihanê Kurd hatine berdan.

Wezîr got wan tespît kirine ku kesên navborî wêne û vîdoeyên Kurd, çepgir û sosyalîst û nûnerên komeleyên Elewî girtine û şandina ji îstîxbarata Tirk re û got, ''Êrîş bi desteka saziyên AKP-MHP'ê yên Elmanya û Tirkiyê hatiye organîzekirin.''

Wezîra Lihevkirinê Susanne Raab jî got, ji niha û pê de ew ê tehemûlî wan komeleyên Tirk nekin ku bi dewleta Tirk re tevdigerin.