AvEG-Konê têkilî 1'ê Gulanê daxuyanî da

AvEG-Kon têkilî 1'ê Gulanê daxuyanî da û got, ''Dîktatorê faşîst Erdgan ku hemû raye kirî dest xwe, ji bo ku civakê êsîr bigire, êrîşeke bêhed dibe ser Kurdan, karker, kedkar, şoreşger, sosyaslîst, jin û ciwanan''.

Konfederasyona Koçerên Çewisandî yên Ewropayê (AvEg-Kon) bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku li dijî mêtingeriya kapîtalîst, tecrîd û faşîzmê têkoşîn were geşkirin.

AvEG-Kon di şexsê Albert Persons, Adolph Fischer, George Engel ve August Spies de, ku 1'ê Gulana 1886'an pêşengiya greva karekeran kiribûn û hatibûn darvekirin, hemû karker û kedkarên ku hatine kuştin bi bîr anî, diyar kr ku nîjatperestî û ramanên faşîst bûye polîtîkaya sereke ya dewletên emperyalîst ên Ewropayê û ew di pêvajoyeke wiha de ne ku mafên demokratîk û azadî têne sînordarkirin.

AvEG-Konê li dijî êrîşên pergala kapîtalîst-emperyalîs di serî de berxwedana Qutikzeran, li çar aliyên Eropayê berwedana karker, kedkar, antîfaşîst, dilxwazên ekolojiyê bi bîr xist û got li Ewropayê Kurdistanî û Tirkieyî jî hem li dijî mêtingeriya kapîtalîst û hem jî li dijî faşîzmê û tecrîdê têdikoşin.

AvEG-Konê çalakiyên greva briçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî û li zindanên Kurdistanê û li Tirkiyê berbelav bûyî û li gelek deverên cîhanê, ya endamê AvEG-Konê Ozkan Ozdemîr bi bî3r xist û got, ''Dîktatorê faşîst Erdgan ku hemû raye kirî dest xwe, ji bo ku civakê êsîr bigire, êrîşeke bêhed dibe ser Kurdan, karker, kedkar, şoreşger, sosyaslîst, jin û ciwanan''.

AvEG-Konê bêdengiya CPT, Komîsyona Ewropayê, NY û dewletên Ewropayê ya li bara komkujî, binpêkirina mafê mirovan û greva birçîbûnê bi bîr xist û got, bi vê helwesta xwe dibine hevkarên sûc û got,''Em desteka Ewropayê ya ku zilma faşîzmê jiyayî, ya li dîktatoriya Erdogan şermezar dikin.'

AvEG-Konê herî dawî got ew berxwedana li dijî mêtingeriya kapîtalîst, nîjatperestiyê, ya li dijî tecrîdê û faşîzmê slav dikin, li berxwedanê xwedî derdikevin û bang li karker, kedkar, hêzên antîfaşîst kir ku li dijî tecrîdê û dîktatoriya faşîst a Erdogan xwedî li grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger derkevin.