AvEG-Kon û DÎDF êrîşa li Viyana şermezar kir
Desteya Rêveber ên Konfederasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) û Federasyona Komeleyên Karker ên Demokratîk (DÎDF) êrîşa li Viyana şermezar kirin.
Desteya Rêveber ên Konfederasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) û Federasyona Komeleyên Karker ên Demokratîk (DÎDF) êrîşa li Viyana şermezar kirin.
AvEG-Kon û DÎDF êrîşa ji aliyê sampatîzanên DAÎŞ’ê ya 2’yê Mijarê li paytexta Evûstûrya Viyanayê hate kirin şermezar kir.
AvEG-Kon qetlîama piştî Parîs û Lyonê ya li Viyanayê hate kirin şermezar û lenet kir, sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn re xwest û şifaya xêrê da birîndaran. AvEG-Kon got: “Yek ji kesên ku ji nêz ve hovên DAÎŞ’ê dinase, çeteyan diparêze, xwedî dike, bi çek dike jî Erdogan ê faşîst û dîktatoriya AKP-MHP’ê ye.”
DÎDF jî êrîş şermezar kir û got: “Pêkanîna qetlîamê ya bi hinceta ‘heqaret li nirxên Îslamê kirine’ nayê qebûlkirin. Ne mimkûne ku nirxekî mirovî yên van kesên ku ev qetlîam pêk anîbe hebin.”