AvEG-Kon: ji bo hesabpirsîna komkujiya Parîsê bang kir

AvEG-Konê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Îsmaîl Hakki Pekîn ên li ser Komkujiya Parîsê da û got, "Yên ku doh Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kirin, îro jî dixwazin bi pey siyasetmedarên nû bikevin û bi vî rengî hewl didin çavê hêzên têkoşer bitirsînin."

Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) têkildarî komkujiya Parîsê daxuyaniyek da ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji gotinên Serokê berê yê Îstîxbarata Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn tê fêhmkirin ku komkujiya Parîsê operasyoneke dewleta Tirk bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujiya 9'ê Çileyê organîzasyoneke hevpar a rêxistiniya qirêj a navneteweyî ye ku di serî de Fransa li ser bingeha emperyalîst û hevkariyê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê rola dewleta Fransayê ya di komkujiyê de û ji ber kêmasiya xwe ya di pêvajoya lêpirsînê de divê hesab bide gelên cîhanê. Dewleta Tirk bi rengekî eşkere li xwe mikur hat ku wan komkujî kirine. Lewma welatên Yekîtiya Ewropayê divê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re li gorî vê yekê diyar bikin. Divê hiqûqa navneteweyî bi cih bînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dîktatoriya faşîst, mêtinger bi rêya operasyonên kontgerîla yên komploger hewl dide çavê hêzên têkoşer bitirsîne û hate gotin, "Ji devê serokê berê yê îstîxbaratê li xwe mikur hat ku li welatên Eworpayê li pey komployên nû ye, li pey kuştinên siyasî ye. Yên ku doh Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kirin îro jî li pey siyasetmedarên nû ketine û hewl didin hêzên têkoşer çavtirsandî bikin.

Bi rengekî fermî hate ragihandin ku kiryarê rastî yê komkujiya Parîsê kî ye. Di serî de Fransa, welatên Ewropayê ji bo bicihanîna edaleta rasteqîn, ji bo pêşîgirtina li komkujiyên nû yên li Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê.

Em careke din bang li kedkar û azadîxwazên li Ewropayê dikin ku ji bo hesab ji dewleta Tirk a mêtinger û faşîst bê pirsîn têkoşînê mezin bikin."