AvEG-Kon: Ji bo geşkirina têkoşînê em berê xwe bidin Maastrîchê!

AvEG-Kon li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bangî çalakiya li Maastrîchê kir.

Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AvEG-Kon) ji bo çalakiya di 21’ê Îlonê de ya li bajarê Maastrîchê ya Hollandayê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyanê de bal hate kişandin ser êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst û hate gotin ku “Dewletên emperyalîst ên li Ewropayê yên ku mîtîng û meşên gelê Kurd qedexe dikin berpirs û şirîkê dîktatoriya Erdogan in.

Li dijî êrîşên qeyyûm, gefên li ser Rojava, zextên li ser maf û azadiyên demokratîk û faşîzma AKP’ê em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Em ji bo xwedîlêderketina hevşaredar, parlementer û endamên meclîsê yên hatine girtin û ji bo geşkirina têkoşîna li dijî êrîşên qeyyûman, bang dikin ku di 21’ê Îlonê de werin bajarê Maastrîchê yê Hollandayê.”