AvEG-Kon’ê ji bo 1’ê Mijdarê banga ketina kolanan kir

AvEG-Kon bang kir ku di 1’ê Mijarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li kolanan xwedî li şorelşê derkevin.

Konfederasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) li ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

AvEG-Kon diyar kir ku li Kobanê berxwedana hate kirin ne tenê DAÎŞ’ê heman demê êrîşên ku li ser Rojava hemû têk bir.

‘LI KOLANAN RUHÊ BERXWEDANÊ ZINDÎ BIKIN’

AvEG-Kon ev got: “Di erefeya ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ ya nû de ne, bang li hemû beşên pêşverû, şoreşger û demokratîk yên li dijî şer, dagirkerî û mêtingeriyê ne, dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê xwe bikin yek, li dijî hêzên emperyalîst û hevkarên herêmê ala Şoreşa Rojava bilind bikin.”